Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê çend roj beriya hilbijartinên Serokkomariyê û Giştî yên 14’ê Gulanê, têkildarî rewşên gumanbar û nerewa li avahiya Partiya Çepên Kesk a Bajêr civîn li dar xist. Ji bilî namzetên parlamenteriyê Tûncer Bakirhan, Sabahat Erdogan Saritaş û Abdullah Çetîn, Hevberdevkê partiyê yê bajêr Eşref Tekîn, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Sidik Taş û Hevseroka HDP’a Bajêr Hatîce Tay tev li civînê bûn.
Hatîce Tay li ser navê Berdevkiya Koordînasyon û Şopandina Hilbijartinê ya Sêrtê daxuyanî da û ji bo ku di hilbijartinên de nelirêtî, dek û dolap çênebin hişyarî li rayedaran kir û wiha got: “Li dijî nelirêtiyan weke partî me hemû bergiriyên xwe girtine. Roja hilbijartinê ya 14’ê Gulanê li navenda Sêrtê li hemû gund, bajarok û navçeyan nêzî hezar û 500 hevalên me wê peywîrê bigirin. Nêzî 100 hevalên me yên parêzer wê li qadê bin. Şandeyên biyanî yên serbixwe jî ji bo çavdêriyê wê li bajarê me bin. Di heman demê de Kordînasyona me ya Şopandina Hilbijartinê wê ji saeta ewil heta radestkirina Lijneyên Hilbijartinê yên navçeyê wê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Daxwaza me hemûyan ew e ku tişteke neyînî çênebe û hilbijartin bi awayekî tenduristî pêk werin.”
‘LI SÊRTÊ WALÎ Û QEYMEQAM XEBAYÊN HILBIJARTINÊ YÊN AKP’Ê BI RÊ VE DIBIN’
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan jî gefên desthilatê yên têkildarî ewlehiya hilbijartinê nirxandin û wiha got: “Em texmîn dikin ku wê desthilat hemû hileyên di destê xwe de têxe meriyetê. Lê tişteke ku ev desthilat û hikumet ji bîr dike heye. Ya bi qudret gel bi xwe ye. Ya bi hêz tercîha gel bi xwe ye. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku wê tercîha gel û dengên wan wê pergala yek zilamî bi dawî bike. Weke li Tirkiyeyê li Sêrtê jî rewş baş e. Bila xelkê Sêrtê mereq neke tevî alîgiriya burokrasiyê tevî gef û şantajên wan em ê hemû dengên xelkê Sêrtê biparêzin û heta ku encam teqez nebin jî em ê ser sindoqan neterikînin.”
Bakirhan, bal kişand ser walî û qeymeqamên di xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de bi awayekî çalak dixebitin û wiha berdewam kir: “Tevî hemû gefên waliyan, qeymeqaman, burokasiyê, seferberkirina hemû derfetên hikumetê jî êdî tu encamê bi dest naxin. Em îro li qadê parlamenterên AKP’ê nabînin. Li Sêrtê ne AKP walî û qeymeqamên ku divê bêalî bin ji rêveberiyên bajêr zêdetir dixebitin. Ev derfetên hikumetê ne derfetên partiyeke siyasî ne, xelet dikin. Di 15’ê mehê de wê partiya me derbarê van rêveberan de bi rêya darazê serlêdan bike û giliyê wan bike. Belê zilm û rewşeke antîdemokratîk heye. Em di rewşên ne wekhev de diçin hilbijartinê. Lê ev wê wisa nebe. Em ê piştî 15’ê mehê şunde ji Waliyê Sêrtê re bêjin ‘tu serokê AKP’ê yê bajêrî an Waliyê Sêrtê yî?’.”